K24 dîmenên bingeheke Rûsyayê, li Kobanî belav dike

Kurdistan24 dîmenên bingeheke Rûsyayê li rojavayê bajarê Kobanî belav dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Kurdistan24 dîmenên bingeheke Rûsyayê li rojavayê bajarê Kobanî belav dike. Biryar e, di çend rojên bê de, gerek din a çavdêriya hevbeş a Rûsya û Tirkiyê li gundewarên wî bajarî birêve biçe.

Kurdistan24 dîmenên bingeheke artêşa Rûsyayê, ku li devera Îza'e ya ku 7 kîlometreyan li rojavayê bajarê Kobanî dikeve belav dike. Ligor ku di dîmenan de xuya dibe, artêşa Rûsyayê hejmarek helîkopter jî, li wê bingehê bicîh kirin e.

Ji aliyek din ve, Nûçegîhanê Kurdistan24  li bajarê Kobanî ragihand, ko şandek pilebilind ji polîsên serbazî yên Rûsyayê, di  rêya dergehê 'Lîşar derbasî bakurê Kurdistanê bû ye, û di digel artêşa Tirkiyê civiyan e. Nûçegîhanê me diyar jî kir, ew şand bi mebesta amadekariyên gerek din a hevbeş di navbera her dû aliyan de  derbasî bakurê Kurdistanê bû ye û biryar e, di demek nêzîk de ew ger birêve biçe.

Heta niha Rûsyayê 6 gerên hevbeş digel Tirkiyê li rojavayê Kurdistanê encam dan e, ku 2 ji wan li gundewarê Kobanî bûn.

 

 

C.B