Rûsiya: Danûstandinên Hewlêr û Bexdayê akincî û aramîya Îraqê mukim dike

Nwênerê beredwamê Rûsiya di Neteweyên Hevgirtî de, Vasîlî Nîbînziya ragehand: Rûsiya hêvîdare valahîya desthilatê li Îraqê durist nebe û peywendî û ji hev têegêjtina Hewlêr û Bexdayê berdewam be.

K24- Hewlêr

Nwênerê beredwamê Rûsiya di Neteweyên Hevgirtî de, Vasîlî Nîbînziya ragehand: Rûsiya hêvîdare valahîya desthilatê li Îraqê durist nebe û peywendî û ji hev têegêjtina Hewlêr û Bexdayê berdewam be.

Roja Sêşembîya burî, 2/12/2019 Civata Asyaîşa Nêvdewletî kom bû.

Di kombûnê de, nwênerê Rûsiya di Neteweyên Hevgirtî de got:  Hêvîûdarîn firakisyonên mezin yên perlemanî di wê dema ku destûrê bi wan destîşan kirîye, kesekê bo posta serok wezîrên Îraqê destnîşan bikin û rê nedin valahîya desthelatê durist bibe.

Vasîlî Nîbînziya got jî: Destnîşankirina kandîdê serok wezîran, dibe sedema burandina nakokî yên navxweyê û vegerandina amarîyê bo Îraqê.

Derbarê Herêma Kurdistanê û Îraqê jî nwênerê Rusiyayê got: Di çarçoveya danûstandinên nîştîmanî de giringe danûstandinên di navebra Hewlêr û Bexdayê de berdewam bibe daku careka din  ji hev têgehêjtin vegere di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Herweha got: Me bawerî heye ku berdewamîya başbûna peywendîyên Hewlêr û Bexdayê, alîkare bo bihêzkirin û mukimkirina asayîş û akincîya Îraqê.

Piştî dest ji kar vekişandina serok wezîrê Îraqê, Adil Ebdulmehdaî, ji duhî ve, serok komarê Îraqê, Berhem Salih dest bi hewlên xwe kirîye bo destnîşankirina berbijêrekî bo posta serok wezîrên Îraqê.

Roja Yekşembîya burî, 1/12/ 2019 Civata Nwênerên Îraqê, di rûniştineke taybet de, biryara dest ji kar vekişandina serok wezîrên Îraqê pesind kir.

Ji destpêka meha Oktoberê ve, Îraq hevrûşî pêleke nerazîbûn û xwnîşandanên hevwelatîyan bûye. Xwenîşander daxwaz dikin, sîstema sîyasî li Îraqê bihêt guhertin, çaksazîyên bingehî bihên encamdan û hikumet û Civata Nwêneran dest ji kar vekişînin.

 Li gor nûtirîn amarên zîyanên canî yên wan xwenîşandanan, heya niha zêdetri ji 4000 kes bi sedema tundûtîjîyan canê xwe ji dest dane û 20 hezar kes jî birîndar bûne.

 

Çavkanî: RT