Biro: Pirsa “Herêma ewle” û Idlibê dibin Netewên Yekgirtî

Desteya Danûstandinan ya Opozîsyona Sûriyê serdana Amerîka dike û dê beşdarî civînên Komîta Giştî ya Netewên Yekgirtî bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Danûstandinan ya Opozîsyona Sûriyê serdana Amerîka dike û dê beşdarî civînên Komîta Giştî ya Netewên Yekgirtî bibe.

Endamê Şanda Danûstandinan ya Opozîsyona Sûriyê û Nûnerê ENKSê Îbrahîm Biro ji K24ê re ragihand, ew wek Nûnerê ENKSê bi şanda Desteya Danûstandinan re serdana Amerîka dike û dê beşdarî civînên Komîta Giştî ya Netewên Yekgirtî ên derbarê Sûriyê de bibe.

Da zanîn jî, Di civînên Komîta Giştî ya Netewên Yekgirtî de rewşa Idlibê, herêma ewle û komîta destûrî, pirsa girtî û penaberan dê bi nûnerên welatên di wê komîtê de beşdar in gengeşe bikin.

Biryar e roja 23ê vê mehê civînê Komîta Giştî ya Netewên Yekgirtî yên salane birêve biçin.

Meha bûrî jî li ser daxwaza Wezareta Derve ya Amerîkayê, şandeke ENKSê serdana Washingtonê kiribû û derbarê pirsa avakirina “herêma ewle” û komîta destûrî ya Sûriyê de bi berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê re civiyabûn.

 

S. B