Li Tirkiyê egera kirrina patriotan ji Amerîka tê axaftin

Di navbera Tirkiye û Emerîkayê de geşadanên ser kirîna mûşekên s-400 û egera kirîna patrîotan deberdewam dikin. Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku ew dikarin ji Emerîkayê jî patrîotan bikirin. Lê belê beriya niha Emerîkayê ragihandibû ku Tirkiye dê nikaribe du sîstemên ji hev cuda bihevre bi kar bîne. Niha jî carek din egera ji emerîkayê kirîna mûşekên patrîtan tê nîqaşkirin.

K24- Enqere

Di navbera Tirkiye û Emerîkayê de geşadanên ser kirîna mûşekên s-400 û egera kirîna patrîotan deberdewam dikin. Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku ew dikarin ji Emerîkayê jî patrîotan bikirin. Lê belê beriya niha Emerîkayê ragihandibû ku Tirkiye dê nikaribe du sîstemên ji hev cuda bihevre bi kar bîne. Niha jî carek din egera ji emerîkayê kirîna mûşekên patrîtan tê nîqaşkirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beriya lûtkeya sêalî ku li Enqereya paytexta Tirkiyeyê di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de pêk hat ji bo ajansa Reutersê axivî û derbarê mûşekên Patrîotan de jî ragihand ku ew dikarin ligel mûşekên S-400an mûşekên Patrîotan jî ji Emerîkayê bikirin. Erdogan da zanîn ku beriya du hefteyan bi Trump re axiviye û dê di hundirê vê mehê de dîsa bi serokê Emerîka Donald Trump re hevdîtinekê pêk bîne û ser hûrgiliyên mûşekên patrîotan biaxivin. Niha jî piştî ku Tirkiye mûşekên S-400an ji Rûsyayê kirîn egera kirîna patrîotan carek din tê nîqaşkirin.

Pisporê ewlehiyê Guray Alpar jî amaje dike Tirkiye welatekî xweser e û ji bo bihêzkirina sîstema xwe ya beravaniyê dikarê wekî mûşekên s-400an mûşekên patrîotan jî bistîne.

Guray Alpar, pisporê ewlehiyê, dibêje: " Ev mijar beriya lûtkeya sêalî jî hatibû rojevê û mafê Tirkiyeyê heye ku li gorî helwest û pêdiviyên xwe ji her cûre sîstemên parastinê bikire. Erdogan bi vê daxuyaniya xwe peyamê dide Emerîkayê. Serokkomar dide zanîn dema ku Tirkiye mûşekên S-400an ji Rûsyayê kirin, Rûsya hem krêdî dabû Tirkiyeyê û hem jî bi şertên guncav mûşek firotin. Serokkomar dibêje tu helwesteke me cuda li hember Emerîkayê tune ye û ger Emerîka jî bi şertên guncav patrîotan bide em dikarin wan jî bikirin."

Li aliyê din piştî di 15ê Îlonê radestîkirina bataryaya duyem ya mûşekên S-400an bo Tirkiyeyê Wezerata Beravniya Tirkiyeyê ragihand ew plan dikin ku s-400 di Nîsana 2020an de werin aktîfkirin. Lê bele Emerîka jî her gefa gemaroyan di rojeva xwe de digre. Pispor Can Acun jî amaje dike digel hemû gefên Emerîkayê Tirkiye mûşekên s-400an standin û ji ber vê yekê jî Emerîkayê pozisyon guhert û mijara ne aktîfkirina S-400an anî rojeve.

Can Acun, pisporê têkiliyên navneteweyî, got: "Piştî mûşekên S-400 hatin Tirkiyeyê bawer nakim ku neyên aktîfkirin. Di navbera Serokkomar Erdogan û Serokê Emerîkayê Trump de têkiliyeke baş heye, lê wekî Pentagon û Wezerata Karên Derve yê Emerîkayê li hember Tirkiyeyê tund in. Tirkiye bi hêviye ku piştî çareserkirina meseleyên bingehîn dê têkiliyên Tirkiye û Emerîkayê baştir bibin. Hîndîstan jî wekî Tirkiyeyê bi Rûsyayê re lihevkiriye ku mûşekên s-400 bistîne. Ji ber vê yekê jî Emerîka nikare gemaroyên giran ser hemû welatan karîger bike. Ger têkilî bi Emerîkayê xirap bibin jî dê Tirkiye nêzî bloka Rûsya û Çîne bibe ku Emerîka vê naxwaze."

Herwiha di çarçoveya rêkeftina navbera Tirkiyeyê û Rûsyayê de di 12ê Tirmehê de yekem beşa mûşekên S-400 ji aliyê Rûsyayê ve bo Enqerê hatibûn veguhestin. Nirxê mûşekên s-400an wekî 2.5 milyar dolar tê hesibandin û li gor rêkeftinê tê kontrola mûşekên s-400an bi temamî di destê Tirkiyeyê de be. Ger mûşekên S-400an ji aliyê Tirkiyeyê werin aktîfkirin û bên bi kar anîn dê Tirkiye bibe yekem welat ku endamê NATOyê û van mûşekan bikartîne.