Li Vienna û Beyrûtê mangirtinên piştevaniya Efrînê birêve diçin

Revenda Kurdî li Nemsa û Libnanê li pêş avahiya Netewên Yekgirtî li bi boneya salvegera yekem a dagîrkirina Efrînê çalakiyên piştgîriyê ji bo Efrînê birêve dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Revenda Kurdî li Nemsa û Libnanê li pêş avahiya Netewên Yekgirtî li bi boneya salvegera yekem a dagîrkirina Efrînê çalakiyên piştgîriyê ji bo Efrînê birêve dibin.

Li ser banga Kombenda Lawên Efrînê û bi boneya derbasbûna salekê li ser dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi vê, îro li pêş avahiya Netewên Yekgirtî li Viennayê mangirtinek birêve diçe û çalakvanên Kurd daxwaza bidawîkirina dagîrkirina Efrînê dikin.

Çalakvan Şivan Adem li ser vê mangirtinê ji K24ê re got, di heyama vê sale de gelek kiryarên hovane li Efrînê dibin yên wek kuştin, revandina welatiyan û dizî û telalkirina mal û milkên xelkê Efrînê heta gihîşt guhartina demografiya Efrînê û têkdana cih û şûnwarên Dîrokî.

Herwiha amaje bi wê jî da, ji şermezarkirina van kiryaran ew li pêş avahiya Netewên Yekgirtî mangirtinê birêve dibin û dê nameyekê radestî Netewên Yekgirtî bikin ji bo Tirkiye fişarê li grûpên çekdar bike û ew binpêkirinên ne yasayî û ne rewa bêne rawestandin û ew grûpên çekdar ji Efrînê derkevinê.

Herwiha Li Libnanê jî çalakvanên Kurd ên lê dimînin îro bi boneya derbasbûna salekê li ser dagîrkirina Efrînê re çalakiyek tê kirin.

Ebdilkerîm Dilo ji K24ê re ragihand, Kurdên li Beyrûtê dimînin, li pêş avahiya Netewên Yekgirtî li Beyrûtê derketine mangirtinekê birêve dibin û daxwaz kirin ku grûpên çekdar ji Efrînê derkevin û tawanên bi serê miletê Efrînê dibin bêne rawestandin.

Salek bi ser dagîrkirina Efrînê ji aliyên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên alîgirê Tirkiyê re derbas bibe û li gelek welatên Ewropayê çalakiyên şermezarkirina dagîrkirina Efrînê û derketina grûpên çekdar tên kirin.

S. B