Li Hewlêrê rojane 200 kesan xwînê dibexşin
K24- Hewlêr
Banka xwînê giringtirîn navenda bexşîna xwînê ye bi wan kesên ku pêwîstî bi xwînê hene, bi taybet xwedî nexweşîyên Telasîmayê. Rêveberîya abnka xwînê li sala 2012 hatîye damezirandin û berdewam helmetên xwîn bexşînê encam dide, ev ji bilî wê yekê ku rojane 200 kes serdana wê rêveberîyê dikin bo xwîn bexşînê.
Li sala 2019 rêveberîyê 62 hezar û 862 butlên xwînê wergirtîye, ku %40 xwe bexşî bûye û %60 li şûndanan bûye.
Herweha 36 helmetên xwîn bexşînê encam daye, ev ji bilç wê peywendîya ku li gel 37 nexweşxane yên hikumetê û taybet heye û di dema pêdivî de xwînê dibexşe wan, herweha 12 hezar butlên xwînê bexşîye nexweşîyên Talasîm û 5 hezar jî daye nexweşên Şêrpenceyê.