Salih Mislim: Amerîka navçeyên bi xwîna şervanan hatine rizgarkirin dide Tirkiye

Mislim: Em amade ne danûstendinên bê merc bi rêjîma Sûryê re bikin û li cem me nav negiring e.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim ragihand, ku Amerîka ji bo berjewendiyên xwe, navçeyên ku me bi xwîna şervanan rizgar kirine, radestî Tirkiyê dike û got: Ev yek zulmeke mezin e.

Salih Mislim di hevpeyvînekê de li gel ajanseke Almanî zelal kir, ku pêwendiyên wan bi Amerîka re, ne bêdawî ne û dibe ku di her demekê de bên guhertin.

Mislim ji ajansa Almanî re got: Her kes li gorî berjewendiyên xwe kar dike û emê jî li gorî berjewendiyên xwe kar bikin, heger bi Amerîka re be yan bi Rûsya re be yan bi rêjîma Sûryê re be.

Derbarê egera destpêkirina gotûbêjan bi rêjîma Sûryê re û destberdan ji navê federaliya bakurê Sûryê Mislim got: Em amade ne danûstendinên bê merc bi rêjîmê re bikin û li cem me nav negiring e, ya giring ku mafên tevahiya pêkhateyên Sûrî bê misogerkirin û emê ji bo vê yekê kar bikin.

N.O