Silêmanî.. bi egera teqînekê dû kesan canê xwe ji dest dan
K24- Silêmanî
Silêmanî, Evro,15/10/2019 teqînek li ser çîyayê Ezmer rûda û bi sedema wê dû kesan canê xwe ji dest dan.
Çavkanîyeke Taybet bi Kurdistan24ê ragehand, Teqîn li çîyayê Ezmer bûye û qurbanî jî jê çê bûye.
Çavkanîyê gotîye jî: Heya niha nahêt zanîn sedema teqînê çi bûye, hêzên polçsan vekolîn destpêkirin e û li cihê bûyerê ne.
Kurdistan24ê peywendî bi pizişîkê dadî kir li Silêmanîyê û ragehand, bi egera teqînê dû kesan canê xwe ji destdan û dû terim gihayîne pizîşkê dadî ya Silêmanîyê û vekolînên hûr jî ji alîyê asayîş û polîs û hêzên ewlekarîyê destpêkirîye.