Erdogan êrîşî opozisyona dinav AK Partî de kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dibêje: Opozisyona di nava partiya wan de, ew wek xiyanet bibîn in

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dibêje: Opozisyona di nava partiya wan de, ew wek xiyanet bibîn in.

Ligor nûçeya Rojnameya Cumhurîyetê Serokomar Erdogan dixwaze, di nava AK Partiyê de reforman çêbike û ji serî heta binî, rêveberiya bigûhêre.

Erdogan, piştî hilbijartinên 31ê Adarê ku bajarên mezin winda kir û babeta Avakirina Partiyek Nû di rojevê de ye, ev daxûyani da.

Serokkomar Erdogan dibêje: Me dozek mezin heye, nabe di nava partiyan de opozisyon hebe, eger hebe ew dê rehmê bi wan nabin.

Recep Tayip Erdogan dixweze, ji niha pê ve, hilbijartinên Muxtaran Gundan 6 heyvan beriya hilbijartinên bajarvaniyan were kirin.

 

 

C.B