Hejmara qurbaniyên HSDê di şerê dijî terorê de hat aşkerekirin

Rêveberiya Xweser radigihîne, di şerê li dijî terorê de bêhtir ji 8 hezar şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser radigihîne, di şerê li dijî terorê de bêhtir ji 8 hezar şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe jidest dane.

Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser di konferanseke rojnamevanî de li bajarokê Eyn Îsayê ragihand, li ser daxwaza rûsipî û kesayetiyên eşîreyên deverê ku cihekî wan a bilind li cem Rêveberiya Xweser heye, 283 girtî yên ku bi projeyên tarî û tundrewiyê hatibûn xapandin, hatin azadkirin.  

Amaje bi wê yekê jî kir, di heyama du - sê rojên din de hemû rûber û sînorên Rêveberiya Xweser ji DAIŞê pak dibe.

Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser aşkere, ta niha di şerê li dijî terorê de bêhtir ji 8 hezar şervanên HSDê canê xwe jidest dane.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di Cotmeha sala 2015an de ji şervanên YPG, YPJ, hêzên Ereb û siryanî pêk hatibû, Rêveberiya Xweser jî di sala 2016an de bi fermî ragihand ku HSD hêza wê ya fermî ye. HSDê ji sala 2016an ve bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka şerê DAIŞê dike.

Herwiha HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî Bab, Minbic, Tebqa, Reqayê ji DAIŞê kontrol kir û niha şerê DAIŞê li dawî berîka wê li Baxozê li parêzgeha Dêrazorê dike.

 

S. B