Taşçier: Ragihandina herema ewle ji bo Kurdan baş e

Li Rojavayê Kurdistanê û bakûrê Sûriyê planên herema ewle tê rêkeftin. Lê ew herema ewle dê çiqas be û ewlehiya wê dê çewa be, bi zelalî ne diyar e û mijarên gengeşiyê ne. Siyastmedarên Kurd rewşa Rojavayê Kurdistanê û Herema Ewle ji bo Kurdistan24 nirxandin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b49fcf2f-cbc6-4e82-bb64-acd4cab0b5f6/081519NYG.ism/manifest

K24 – Wan

Li Rojavayê Kurdistanê û bakûrê Sûriyê planên herema ewle tê rêkeftin. Lê ew herema ewle dê çiqas be û ewlehiya wê dê çewa be, bi zelalî ne diyar e û mijarên gengeşiyê ne. Siyastmedarên Kurd rewşa Rojavayê Kurdistanê û Herema Ewle ji bo Kurdistan24 nirxandin.

Li bakurê Sûriyê ragihandina Herema Ewle hem ji aliyê zilhêzên cihanê ve, hem jî jialiyê hêzên heremê ve wek pêşniyareke hevpar tê dîtin. Lê ew herem dê çewa û heta ku derê be û çewa bê parastin ciyê nakokî û gengeşiya ye. Rayedarên Tirkiyeyê ragihand ku wan bi Emerîkayê re li ser 3 xalan lihev kirine û di 14'ê Tebaxê da jî firokeyên bê mirov dest bi kar kirine.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier radigihîne ku mebesta Tirkiyeyê ji herema ewle, li rojavayê Kurdistanê pêşîlêgirtina bidestxistina statuya Kurda ye û di êrişên Tirkiyeyê ya bi ser Efrînê de jî ev aşkere buye. Taşçier tîne ziman ku heger herema ewle ji aliyê hêzên navdewletî ve bê parastin, dê ji bo Kurdan baş bibe û pêşî li êrişên Tirkiyeyê jî bigre.

Parlamenter HDP'ê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier ji K24ê re got: "Ew herema ewle ji aliyekî ve ji bo Kurdan jî baş e. Çimkî di palanê niha yê wê herema ewle de dê Amerîka û dewletên Ewrûpayê jî cîh bigrin. Agahiyên li ser planên ku hatine ragihandin wiha ne. heger ku wisa be jî Tirkiye dê nikaribe êrişên hovane li ser Kurdan bike. Loma jî ragihandina xet ango heremeke ewle dê baş bibe."

Siyasetmedar balê dikşînin ku ji bo destê Kurdan jî li hember şirîk û hevrikên wan xurt bibe divê bi tifaq û polîtîkayên hevpar tevbigrin.

Seroka Partiya Maf û Azadiyan Hak-Parê ya Diyarbekirê Berîn Eren jî tîne ziman ku divê Kurd, li gor peyamnên Hewlêr û Duhokê yekîtî û tifaqa xwe pêk bînin û rê nedin ku planên li dijî berjewendiyên Kurdan biserkevin. Eren da zanîn ku Tirkiye ji ber ku pêşî li deskeftinên Kurdan yên li başûrê Kurdistanê negirtiye poşman e û ev car naxwaze ku li bakûrê Sûriyeyê Kurd statu bidest bixin.

Seroka Şaxa Diyarbekirê ya Hak-Parê Berîn Eren dibêje: "Hatiye ragihandin ku di navbera Tirkiye û Amerîkayê de mutabaqatekî heye, lê ew çi ye, nayê zanîn. Feqet diyar e ku Tirkiye dixwaze 30-40 km bikeve aliyê rojavayê Kurdistanê û bi vî awayî jî nehêle ku Kurd li wê derê bibin xwedî statuyekî."

Siyasetmedarên Kurd balê dikşînin ku pirsa Herema Ewle û pirsgirêka Sûriyeyê dê di arambûn û aloz bûyîna gişt herema Rojhilata navîn de bandor bike, lê wek zilhêzên cihanê û hêzên heremê divê Kurd jî ji bo berjewendiyên xwe xwedî plan û projeyên hevpar bin.