Li Hemayê 13 welatiyên sivîl hatin kuştin

13 welatiyên sivîl di encama êrîşeke artêşa Sûriyê li bakurê rojavayê Sûriyê de hatin hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

13 welatiyên sivîl di encama êrîşeke artêşa Sûriyê li bakurê rojavayê Sûriyê de hatin hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên şer ên Rûsyayê êrîşî gundewarê bakurê Hemayê kir, di encamê de 13 welatiyên sivîl hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Herwiha Rewangehê ragihand, di êrîşa çekdarên opozîsyona Sûriyê li ser binkeyên rêjîma Sûriyê li gundê Herîşa li başûrê Helebê de 5 leşkerên Sûrî hatin kuştin.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand, ji navçeya kêmkirina aloziyan (Putin-Erdogan) bi riya firokeyên bêfirokvan êrîşî Navenda Himêmîm a Rûsî li Laziqiyê kirin, lê wan karîn wê êrîşê bişkînin û ti ziyanên canî jî nebûn.

Ji dawiya meha Nîsana bûrî ve artêşa Sûriyê û grûpên ser bi wê ve bi piştevaniya firokeyên Rûsî êrîşî ser gundewarê bakurê Hema û başûrê Idlibê dikin.

Li gor Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, ji roja 26ê Nîsana bûrî ve, 606 welatiyên sivîl hatine kuştin. Herwiha bi sedhezaran welatiyên sivîl koçber bûne.

 

S. B