Sûriye: Li Lezqiyê teqîn
K24 – Navenda Nûçeyan
Telewizyona fermî ya Sûriye ragihand, ku li bajarê Lezqiyê bi rêya otombilekê êrîşek bombeyî encam da ye. Ajokarê otombilê mirî ye û 4 kes jî brîndar bûn e.
Ligor agahdariya telewizyonê, teqîn li meydana El Hamam rû da ye û dibe ku êrîşek xwekujî be. 4 kesên brîndar, xelkê sivîl ên nêzîkî cihê bûyerê bûn e.
Bajarê Lezqiyê yek ji wan bajarên Sûriye ye, ku şerê navxweyî bandorek xwe ya berfereh lê nekiriye û di bajêr de bînkeyek Rûsyayê heye.
C.B