HDP: Veguhestina sindoqên hilbijartinê ji bo dengdêran eziyet e

Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê; 70 sindoqên hilbijartinan ên 7 navçeyên Diyarbekirê veguhestin û 14 sindoqên navçeyekê jî gihandin hev.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li ser serlêdana Parêzgeriya Diyarbekirê, Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê; 70 sindoqên hilbijartinan ên 7 navçeyên Diyarbekirê veguhestin û 14 sindoqên navçeyekê jî gihandin hev. Gihandin û veguhestina sindoqan li Diyarbekirê ji aliyê rayedarên HDP, Ak Partî û CHP'ê ve hat nirxandin. Li gorî rayedarên Ak Partiyê didin zanîn; veguhestina sindoqan ji bo ewlehiya welatiyan hatiye kirin; li gorî rayedarên HDP û CHP'ê jî dibêjin; veguhestin nikare bandoreke neyînî li encamên dengan bike lê ji bo welatiyan dê eziyetên mezin derkevin holê.

Parêzgeriya Diyarbekirê, di 22'ê Sibata 2019'an de serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê dabû dabû ku li 7 navçeyên Diyarbekirê cihê 70 sindoqan veguhêzin û li navçeya Liceyê jî 14 sindoqan bigihînin hev. Lijneya Bilind a Hilbijartinan YSK'a yê jî serlêdana parêzgeriyê qebûl kir û sindoqên ku dê 15 hezar û 885 dengdêr biçin ser, veguhestin. Serokê Ak Partiyê yê Şaxa Diyarbekirê Suleyman Serdar Budak li ser babetê got; veguhestina sindoqan encamek erênî yan neyînî li sindoqan nake; armanc ewlehiya dengdêran e.

Suleyman Serdar Budak ji K24ê re got: "Helbet ev sindoq hemû ji ber sedemên ewlehiyê hatine veguhestin. Cihên ku xwegihandin zehmet bin, hatine diyarkirin û 2-3 gund li gundekî, çend gundên nêzîk li gundekî; bi vî awayî li tên tomarkirin û ev jî hem ji aliyê dengdêran ve dibe hêsanî jhem jî ji aliyê ewlehiyê ve baştir dibe lê di veguhestina sindoqan bandoreke erênî yan neyînî li ser dengdayînê nake."

Li herêmê ji aliyê rêjeya dengan ve partiya serdest Partiya Demokratîk a Gelan HDP ye û rayedarên wê jî di nav xebatên bangeşiya Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên 31'ê Adara 2019'an de ne. Mûstafa Akengîn, alîkarê Hevserokê HDP'ê yê Şaxa Diyarbekirê ye û berpirsiyarê xebatên hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî ye. Akengîn jî dibêje; encam naguherin lê dengdayîn dê ji bo welatiyan bibe eziyeteke mezin.

Mûstafa Akengîn dibêje: "Ev eziyet e, em wisa dibînin, wisa dinirxînin. Ev rêje, bi qasî ku bandora xwe li dengdêrên Diyarbekirê bike, ne zêde ye lê welatiyên ku deng bidin dê mexdûr dibin. Mirovên nexweş hene, tu radibî wan ji cihekî dibî cihekî din. Ji ber vê jî ev eziyet e. Tu nexweşan dikî seyareyan û ji navçeyan tînî navenda bajêr. Em vê rast nabînin, helwesteke şaş e."

Partiya Komarî ya Gel CHP li herêmê ne xwedî rêjeyeke bilind a dengan be jî ji bo 17 şaredariyên navçeyî û şaredariya navendî ya Diyarbekirê namzedên xwe nîşan daye. Li gorî Serokê CHP'ê yê Şaxa Diyarbekirê Mehmet Sayin dinirxîne; welatiyên herêma Diyarbekirê qîmeta dengên xwe baş dizanin û bi eziyet be jî dê yek dengekî xelkê herêmê, berhewa nebe.

Mehmet Sayin diyar kir: "Wekî mînak, hûn sindoqa dengdêrekî navçeyeke Diyarbekirê veguhêzin Diyarbekirê jî veguhêzin Rihayê jî ew dengdêr dê biçe û dengê xwe bi kar bîne. Lewra mirovên herêmê bi girîngiya dengên xwe dizanin, ev rêbaz di hilbijartinên berê de jî çêbûn lê dê tu bandorekê li encamên dengdayînê nebe."

Li gorî biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê; 35 sindoqên 7 hezar û 578 dengdêrên navçeya Pasûrê, 7 sindoqên Hezar û 48 dengdêrên navçeya Pîranê, sindoqek 231 dengdêrên navçeya Hênê, 10 sindoqên Hezar û 953 dengdêrên Hezroyê, 5 sindoqên Hezar û 145 dengdêrên navçeya Liceyê, 7 sindoqên Hezar û 308 dengdêrên navçeya Farqînê û 5 sindoqên 224 dengdêrên navçeya Bismilê hatine veguhestin;14 sindoqên navçeya Liceyê yên 2 hezar û 398 dengdêran jî gihandine hev û din. Ango li 7 navçeyên Diyarbekirê 70 sindoq yên veguhestinê, 14 sindoqên navçeyekê jî yên hatine gihandinê ne.