Mike Pompeo daxwaz ji welatên Ewrûpa dike, ligel Amerîkayê hevkarîya Kurdan bikin

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompêo, daxwaz ji welatên Ewrûpa kir, ligel Amerîkayê hevkarîya Kurdan bikin.

K24- Hewlêr

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo daxwaz ji welatên Ewrûpa kir,  ligel Amerîkayê hevkarîya Kurdan bikin.

Pompeo di konfiransek rojnamevanî de li Berlînê ragihand, Amerîka liser hevkarîkirin a Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) berdewam dibe.

Got jî: Wan liser rûbirûbûna beramberî DAIŞê biryarek stratejî da ye.

Herweha diyarkir: Divê çareseriyek sîyasî bo krîza Sûriyê bê dîtin.

Tekez jî kir û got: Hêzên Amerîkayê hîn jî, bi temamî ji Sûriye nevekişiyan e, û serbazên welatê wî li Sûriye man e.