Yildirim: Hîn pêvajoya şaredariya Stenbolê bidawî nehatiye!
K24 – Navenda Nûçeyan
Berbijêrê Partîya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) bo şaredariya mezin a Stenbolê Binalî Yildirim destnîşankir, ku pêvajoya şaredariya Stenbolê bidawî nehatiye.
Yildirim got, ku Komisyona Bilind a Hilbijartinan YSK hîn jî liser hin gilînameyan biryara dawî neda ye. Jiber wê yekê, proseya şaredariya Stenbolê bidawî nehatiye. Em divê heta biryara dawî rawestin.
Hefteya berê Komisyona Bilind a Hilbijartinan YSK pesendnameya berbijêrê Partiya Komarî ya Gel CHP Ekrem Imamoglu radest kiribû û ew wekî şaredarê Stenbolê destnîşan kiribû.
C.B