Nameya Ocalan û rûdanên derdora wê…

Doçent Dr. Ali Kemal Ozcan bi daxûyaniyekê got: di nav yêk heftê de 2 caran hevdîtin li gel Ocalan pêkanîn e...

K24 – Navenda Nûçeyan

Doçent Dr. Ali Kemal Ozcan bi daxûyaniyekê got: Wî bi agahiya Serokomar Erdogan di nav yêk heftê de 2 caran hevdîtin li gel Ocalan pêkanîn e.

Ozcan dibêje: Hevdîtina wî ya li gel Erdogan di derbarê pirsa Kurd de, gelek baş derbas bûye û wî gelek not girtin e û ew not,  ji Ocalan re birin e.

Herwiha Serokomariya Tirkiyê jî, bi daxûyaniyekê  rêdana van hevdîtinan red dike.

Li gorî daxûyaniya  Niviskara HaberTurk Nagehan Alçı: Ali Kemal Ozcan bi navbeynkariya Bulend Arinç û amadebûna Hakan Fîdan, hevdîtin li gel Serokomarê  Tirkiyê  Erdogan çêkiriye.

Di hevdîtinê de babeta hevdîtina ligel rêberê PKKê Abdullah Ocalan gotûbêj kirin e û wî gotîye, ew dê Ocalan ji bo gelek babetan îqna bike.

Ozcan dibêje: Hevdîtina wî ya ligel Erdogan di derbarê pirsa Kurd de, gelek baş derbas bûye û wî gelek not girtin e û ew not ji Ocalan re birin e.

Ali Kemal Ozcan daye zanîn: Abdullah Ocalan di hevdîtinê de behsa 3 komployên liser Tirkiyê kirin e, ku ya herî giring  hewla darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê bûye.

Komploya yekem: 7ê Sibat a 2012an bûye ku Ocalan "Komploya Narkozê" binav kirîye. Komploya duyem: 17-20 Kanuna 2013an bûye, komploya sêyem jî: 15ê Tîrmehê bûye û komploya çarem jî, niha berdewam e.

Ligor daxûyaniya Ozcan, Ocalan gotîye: Ketina Erdogan hem ji bo Tîrkiyê, hem jî, ji bo Kurdan dê nebaş be û yê bikare pirsa Kurd çareser bike ew jî – Erdogan e. 

Ligor daxûyaniyê, nameya Ocalan ku ji bo Hilbijartinên Stenbolê ragihandibû, berê dabûn parêzerên wî, lê parêzeran ji raya giştî re ne ragihandibûn. Heman name Dewletê daye wî û wî jî, ew name xwend.

Doçent Dr. Ozcan diyarkir: Hevdîtina wî ya 2em liser daxwaza hikûmetê hate kirin.

Lê Serokomariya Tirkiyê bi daxûyaniyekê bersiva nameya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan da.

Serokatiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê jibo Nameya Ocalan ya jibo hilbijartinên Stenbolê got: Gotinên wek "Gelê Tirkiyê gûh bide gotinên Îmraliyê yan jî,  bide  Qendilê" eşkere kirîye ev tewanek nedirust hambderî wan e.

Liser navê Serokomariyê Prof. Dr. Fahrettin Altun da zanîn: Di van demên dawîyê de, di navbera PKKê û tayê wê ya Sîyasî de, rêkeberiya desthilatdariyê pêl da ye.

Ev name jî, di encama vê rikberiyê de derketiye hole, ku Serokomarê me pê tê tohmetbar kirin. Ew vê helwestê red dikin û şermezar dikin.

Sîyasetmedarên Tirkiyê jî dibêjin, ji bo ku dengên Partiya Nijadpereset MHP wenda neke, Serokomarî rêdana vê hevdîtinê nameyê red dike.

 

 

 

C.B