Artêşa Sûriyê kete Kobanê

Supa Suriyê kevte di kobanê de

K24- Hewlêr

Nûçegihanê Kurdistan24 niha di nav Kobanê de ragehand, ku artêşa Suriyê derbazî nav Kobanê bû

 

Berê jî Nûçegîhanê Kurdistan24  li bajarê Kobanî got, ku hêzên hikûmeta Sûriyê  pira Qereqozaq derbas kirine û niha berê xwe dane bajarê Kobanê, û hêzek zêde jî, anîne deverê .

Herweha her îro Hêzên Sûriya Demokrat ragihandiye, piştî vekşandina Hêzên Hevpeymanan, artêşa Sûriyê dê derbasî Kobanî bibe.

Hêzên Sûriya Demokrat ragihandiye, ku ligor rêkeftina di navbeyna wan û hikumeta Sûriyê de, artêşa Sûriyê dê derbasî Kobanî bibe, piştî vekşandina Hevpeymaniya Navdewletî ji hêzên xwe.

Gotiye jî, ew hîn jî, çekdarên DAIŞê yên di zîndanên wan de dimîn in diparêzin, lê tundiya êrîşên Tirkiye, wî karî asteng dike.