Tirkiye: Gefên Amerikayê nayên qebulkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê radigihîne: Gefên Amerîkayê yên dijî Tirkiyê nayên qebûlkirin.
Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyê Hamî Aksoy bi daxuyaniyek nivîskî nerazîbûn li dijî biryara Civata Nûnerên Amerîkayê nîşan da û ragihand: Biryara Civata Nûnerên Amerîkayê li dijî pêwendiyên hevpeymanî û dostanî yên Tirkiye û Amerîkayê ye. Tometên li dijî sîstema dadperwerî û siyaseta derve ya Tirkiyê bêbingeh û ji rastiyê dûr in û gefên Amerîkayê yên li dijî Tirkiyê nayên qebûlkirin.
Civata Nûnerên Amerîkayê projeyasayek dijî Tirkiyê pesend kiribû û banga destberdana kirîna S400an li Tirkiyê kiribû.
C.B