Li Efrînê 30 kes ji aliyê çekdaran ve hatin revandin

Bi derbasbûna salekê li ser dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, girtin, revandin û eşkencedana welatiyên Kurd ên Efrînê bi buhaneyên cuda û ji bo standina pereyan ji wan berdewam in û duh û pêr li navçeya Şiyê 30 welatî hatin revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi derbasbûna salekê li ser dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, girtin, revandin û eşkencedana welatiyên Kurd ên Efrînê bi buhaneyên cuda û ji bo standina pereyan ji wan berdewam in û duh û pêr li navçeya Şiyê 30 welatî hatin revandin.  

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, pêr 15 û 16ê Adarê grûpa çekdar a bi navê Silêman Şah (Emşat) li navçeya Şiyê 7 welatî revandin bi buhaneya berê pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser hebûn revandin.

Navên wan jî wiha ne: Hecî Ebdilrehman Şêx, Ebdula Mihemed Hebeş, Silêman Mihemed Bilal, Ehmed Mihemed Bilal, Xelîl Mistefa Şêxo, Ebdilrehamn Hesen yê 75 salî, Mihemed Behrî Dumilî û Şêx Ehmed Menan Milhim, Omer Cemîl Sîdo.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da zanîn jî, duhî heman grûpa Emşat avêt ser her du gundên Alkana û Xelîl Gulko yên ser bi Şiyê ve û zêdetir ji 20 welatiyên wan her du gundan revandin û bi awayekî hovane eşkence kirin û li hember berdana her yekî ji wan daxwaza 2 hezar Dolar kirin.

Wê rêxistinê ji nava wan 20 kesên hatine revandin ev nav belav kirin: Cemîl Mecîd Xelîl, Ebdilrehman Ehmed Sebrî, Mihemed Ebdilrehman Xilo, Ehmed Şukrî Hebeş, Mihemed Calo, Mihemed Tobal, Mihemed Elo, Welîl Xelîl Xelîl û Ebdîn Heyder Reşîd.

Sibe ku salvegera yekem a dagîrkirina Efrînê ye, grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ji bilî dizî, talan û destdanîna ser mal û milkên xelkê, di heyama vê sale bi hezaran welatiyên Efrînê revandine û eşkence dane û li hember berdana her kesekî bireke mezin ji pereyan wan distînin.

 

S. B