ENKS: Asayişê çalakiyeke me li Qamişlo qedexe kir

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigihîne, hêzên asayişê (Hêzên Ewlekariya Hundirîn) roja 15ê vê mehê rê neda çalakiyeke wan li bajarê Qamişlo birêve biçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigihîne, hêzên asayişê (Hêzên Ewlekariya Hundirîn) roja 15ê vê mehê rê neda çalakiyeke wan li bajarê Qamişlo birêve biçe.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, “Asayişa ser bi PYDê ve rê neda Xwecihiya ENKS ya taxa Kurnîş a Qamilşlo çalakiyeke rewşenbîrî lidar bixe û serokê wê xwecihiyê Qedrî Can ji bo çend demjimêran jî desteser kir.”

ENKS di daxuyaniya xwe de dibêje, “Ev kar dibe sedema zêdekirina jihevdûrketina navmala Kurdî û ev kar di çarçova qedexekirin û serkotkirina PYD ji her çalakiyeke siyasî, çandî ya camewerî de tê.”

Herwiha da zanîn, qedexekirina çalakiyên siyasî û camewerî nerastiya gotinên PYDê yên dibêje ew rê dide çalakiyên siyasî û camewerî û herwiha vekirina nivîsgehên ENKSê diyar dike.

  

S. B