Hevpeymanîya Navdewletî hêzên serbazî dişîne Rojavaya Kurdistanê

Hevpeymanîya Navdewletî karwaneke serbazî ya nû derbazî Rojavaya Kurdistanê kir.

K24- Hewlêr

Hevpeymanîya Navdewletî karwaneke serbazî ya nû derbazî  Rojavaya Kurdistanê kir.

Rewangeha Sûrîya ya Mafên Mirovî belavkirîye, ku Hevpeymanîya Navdewletî karwaneke  serbazî şandîye Rojavaya Kurdistanê. Li gor Rewangehê, ew karwan ji alav û otombêlên serbazî pêk dihat. Rewangehê belavkirîye, ji şeva bûrî ve, 150 barhilgir bi 4 qonaxan derbazî Rojavaya Kurdistanê bûn e.

Rewangehê aşkera kirîye, derbazbûna wê karwanê di bin sîya parêzvanîya asmanîya Hevpeymanya Navdewletî de bû.

Ji destipêka êrîşên Tirkiyê bo ser rojavayê Kurdistanê, Hevpeymanîya Navdewletî şandina karwanên serbazî bo Rojavaya Kurdistanê rawestandibû, ev yekem karwana serbazîye ku derbazî rojavayê dibe ji dema ku Tirkiye dest bi êrîşên xwe kirîye.