Ragehandinek ji serokatîya Perlemana Kurdistanê

Serokatîya perlemana Kurdistanê, derbarê hêrişên Tirkiyê bo ser rojavaya Kurdistanê, ragehandinek belavkirîye û têde nîgeranîya xwe ya kûr derbarê hêrişa Tirkiyê nîşan dideû daxwaz dike, ku bi zûtirîn dem ev hêriş bihêt rawetandin û bi rêya dîyalog û çareserîya aştîyane arîşe bihên çareserkirin.

K24- Hewlêr

Serokatîya perlemana Kurdistanê, derbarê hêrişên Tirkiyê bo ser rojavaya Kurdistanê, ragehandinek belavkirîye û têde nîgeranîya xwe ya kûr derbarê hêrişa Tirkiyê nîşan dideû daxwaz dike, ku bi zûtirîn dem ev hêriş bihêt rawetandin û bi rêya dîyalog û çareserîya aştîyane arîşe bihên çareserkirin.

Deqî rageyendrawekey serokayetî perleman:

Perlemana  Herêma Kurdistanê, bI nîgeranyeke kûr li hêrişa supayê Tirkiyê bo ser çend navçeyên cudayên rojavaya Kurdistanê dinere û daxwaz dikîn bi zûtirîn dem ev operasyonan bihêt rawestandin û bi rêya dîyalog û çareserîya aştîyane arîşe bihên çareser kirin.

Rewşa nawçeyê hêj di qonaxeke hestyar û nacihgîr de ye şerê terorê jî bi dawî nehatîye û gelên navçeyê di nehametî û naakincîyê de dijîn û bi nerîna me ev  operasyon ne tenê çareserîya arîşeyan nake, lê aso ya çareserî û aştîyê dûrtir dike.

Daxwaz ji Civaka Navedewletî dikîn, bi taybet Emerîka, Rusya, Birîtaniya û Firensayê , hemû hêz û şîyanên xwe bikar bihînin bo rawestandina evê rewşa nexwaztî û rêgirtinê ji naakincîyê zêdetir û hewildan bo delîveyeke nû bo bo danustandinê.

Bi tundî her core hêrişekê şermezar dikîn ku hevlatîyên sîvîl bibin amanc vêcar ji her alîyekê be. Perlemana Kurdistanê piştîvanîya temam li gotûbêjan dike li ser asta herîmî bo vedçtina çareserîya berdewam bo arîşeyên deverê.

Gelê Kurdistanê, bi şanazîyeke mezin ve pêşeng bûye li xebat û qurbanîyê di şikistina terorîstên Daişê û bidestvehînana aştî û akicîya navçeyî û cîhanî. Berdewamîya evê rewşa nexwaztîya serbazîyeya ser rojavaya Kurdistanê , zemîneya zêdetir bo terorîstan made dike daku destkevtên şerê teror ji nav bibe û bi evê yekê jî aştîya herêmî û cîhanî dekeve ber gefên ciddî.

Daxwaz ji tevaya hêzên Kurdistanî dikîn, hemû nakokkîyên sîyasî bidin alîyekê û li ser binemaya hikmet û dûrbînîya sîyasî, bi hev re di xebata aştîyane û dîplomasîyane berdewam bin daku dawî bi vê rewşa nexawztî bihêt.

Perlemana Kurdistanê berdewam piştîvanîyê li çareserîya aştîyane û demokrasîyaneya doza rewayê xelkê Kurdistane dike li her parçeyeke wê be.