Kongirêsa Emerîkayê xwe amade dike bo sizadana Tirkiya

Komîte ya Sîyaseta Derve di Civata Nwênerên Emerîkayê de ragehand: Hefte ya dahatî, gortûbêjan li ser piroje yasayekê dikîn daku bi sedema kirrîna mûşekên S400, sizayan bi ser Tirkiyayê re bisepînîn.

K24- Hewlêr

Komîte ya Sîyaseta Derve di Civata Nwênerên Emerîkayê de ragehand: Hefte ya dahatî, gortûbêjan li ser piroje yasayekê dikîn daku bi sedema kirrîna mûşekên S400, sizayan bi ser Tirkiyayê re bisepînîn.

Heke komîte piroje yasaya qebûl bike, wê demê pêwîstî bi pesindkirina Civata Pîran û Civata Nwêneran  dibe daku bihêt cîbicîkirin, piştî ku ji alîyê Donald Tiramp ve jî dihêt qebûlkirin. Lê kongirês tim rexene li Tiramp digire û dibêje: Tiramp naxwaze sizayên zêdetir bi ser Tirkiya re bisepîne.

Di wê piroje yasayê de hatîye daxwazkirin, ku bi sedema kirrîna Sîstema S400 a Rûsiyayî û li gor yasa ya (Casta) Tirkiya bihêt sizadan û sinûr jî bihêt danan bo firoştina çekên Emerîkayî bi Tirkiya.

Ev di demekê de ye, berê Waşintunê bi sedema operasyona serbazîya Tirkiya û çekdarên Surî hevpeymanên wê bo ser Rojavaya Kurdistanê siza bi ser Enqereyê de sepandibû, ku ew operasyon li 9/10/2019 bi bîyanû ya duristkirina devera aram û vegerandina awareyên Suriya despêkiribû.