Kosret Resûl peyemeka pîrozbahîyê arasteya Partîya Demokrata Kurdistanê kir

Li bîrewrîya 73 salîya damezirandina Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK), Kosret Resûl Elî, cêgirê yekê yê sekiretêrê giştîyê Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) peyameka pîrozbahîyê arasteya serok Mesûd Barzanî, Mekteba Sîyasî û serkirdatîya PDKyê kir.

K24- Hewlêr

Li bîrewrîya 73 salîya damezirandina Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK), Kosret Resûl Elî, cêgirê yekê yê sekiretêrê giştîyê Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) peyameka pîrozbahîyê arasteya serok Mesûd Barzanî,  Mekteba Sîyasî û serkirdatîya PDKyê kir.

Deqa peyama pîrozbahîya cêgirê yekê yê sekiretêrê giştîyê YNKyê bo PDKyê.

Birêz Kak Mesûd Barzanî, serokê Partîya Demokrata Kurdistanê.

Birêzên di Mekteba Sîyasî û serkirdatîya Partîya Demukrata Kurdistanê de.

Di bîrewerîya 73 salî ya damezirandina Partîya Demokratîya Kurdistanê, bi navê xwe û hevalên xwe di Civata Serkirdatîyê de pîrozbahîya xwe ya gerim arasteya cenabê hewe, endamên serkirdatî, endam û alîgirên hewe dikîn. Dixwazîn hun berdewam bin ji bona zêdetir xizmetkirina gelê me û bi destvehînana mafên me yên rewa.

Kawdanên Kurdistan, Îraq û deverê wê yekê dixwaze ku tevaya hêz û alîyên sîyasî bi yek gotara hevpişik a nîştîmanî û neteweyî saz û amade bin bo berebgarbûna tehdîyatan û hewildan bo bi destvehînana destkevtên zêdetir bo gelê me, bêguman ev jî tenê bi yekrêzî û tebayî ya di navbera alîyên sîyasî dihêt encamdan.

Ezmûna çend salên hukmranîyê li Herêma Kurdistanê ew yek selmandîye, ku tenê û bi tenê bi hevgirtinê di şîyan de dibe baştirîn xizmet pêşkeşî welatîyan bihêt kirin û berengarî hemû hewlên teroristan û metirsîyên bibîn bo ser axa xwe.

Careke din pîrozbahî ya me ya gerim arasteya hewe dikîn û hêvîdarîn berdewam bin di xebat û tekoşînê de.

 

Kosret Resûl Elî

cêgirê yekê yê sekiretêrê giştîyê Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê