Li Qamişlo.. Sûriye rê li ber hêzên Emrîkayê girt

Hikumeta Sûriyê rê li ber hêzên Emrîkayê girt û nehêla derbazî firokexaneya nêvdewletîya Qamişlo bibin.

K24- Qamişlo

Hikumeta Sûriyê rê li ber hêzên Emrîkayê girt û nehêla derbazî firokexaneya nêvdewletîya Qamişlo bibin.

Nûçegehanê Kurdistan24 li Qamişlo ragehand: Evro, 4 zirêpoşên Emerîakayî ber bi firokexaneya nêvdewletîya Qamişlo çûn, lê bo cara dûyemîn, hêzên hikumeta Sûriyê rê li ber wê hêza emerîkayî girtin û nehêlan derbazî wê firokexaneyê bibin.

Li gor nûçegehanê me, hêzên Emerîkayê careka din vegeran bingeha xwe ya serbazî li gundê Hîmû. Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov jî belav kirîye,Hêzên Emerîkayê rê girtin li ber gereke dî ya serbazîya Rûsiyayê li gundewarê bajarokê Tirbe Sipîyê, ku hêzên Rûsiya daxwazrin gereke çavdêrîyê li gundê Tel Elo pêk bihînin, lê gera wan nehat kirin û hêzên Emerîkayê ew naçar kirin vegerin cihên xwe .