Şandek ENKS seredana Moskow dike

Şandek Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê di çend rojên bê de seredana Moskow dike û digel berpirsên Rûsyayê dicive

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandek Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê di çend rojên bê de seredana Moskow dike û digel berpirsên Rûsyayê dicive.

Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKS Feysel Yusif ji Kurdistan24 re ragihand, liser vexwendinek Wezareta Derve ya Rûsyayê, di çend rojên bê de şandek Encûmenê dê seredana Moskow dike û digel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov û berpirsên wî welatî dicive.

Yusif tekez jî kir, dê di civînên wan digel aliyê Rûsyayê liser dawî pêşhateyên Sûriyê bi giştî, û taybetî jî, Komîteya Destûra nû ya Sûriyê, vegera penaberên Sûriyê û çareserkirina krîza Sûriyê bi awayê siyasî biaxifin.

Roja 27ê Gulan a îsal, şandek ENKS seredana Moskow kiribû û digel berpirsên wî welatî, hejmarek pirsên girêdayî rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gengeşe kiribûn.

 

 

C.B