Nesrula: Bi rêbertiya Xamineyî şerekî mezin li dijî Amerîka û Îsraîlê dikin

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanî Hesen Nesrulla şerekî mezin di bin rêbertiya Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî de ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanî Hesen Nesrulla şerekî mezin di bin rêbertiya Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî de ragihand.

Hesen Nesrulla di gotara xwe ya bi boneya şeva dawî ya Aşûrayê de ragihand: “Em şerekî mezin dikin. Amerîka û Îsraîl hewl didin bereya me dorpêç bike.”

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanî got jî: “Serokê bereya me îro Îmam Xamieyî ye û navenda wê jî Komara Îslamî ya Îranê ye.”

Herwiha got, ew îro û sibe jî ew ê ji Serokê Amerîka Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bibêjin, ne bi dorpêç, ne bi cezayan, ne hejarî û birçîbûnê îradeya wan nayê şikandin.

Ev daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanî Hesen Nesrulla di demekê de ye, Amerîka Îran bi piştevana mezin a terorê li navçeyê tometbar dike û fişareke mezin xistiye ser wî  welatî.

 

S. B