Yuksekdag îro careke din tê dadgehkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yûksekdag îro careke din tê dadgehkirin.
Dadgehkirina Hevseroka berê ya HDP Fêgen Yuksekdagê li Enqereyê bi rê ve diçe û ew bi endamtî û bangeşekirina PKKê tê tohmetbarkirin.
Dadgeha Enqereyê ji bo Yuksekdagê heta 83 salan cezaya zindanîkirinê dixwaze.
Ji bilî doza îro, 10 dozên din ên Fîgen Yuksekdagê berdewam dike. Herwiha heta niha 6 dozên wê encam bûne û ji bo wê cezayên zindanîkirinê hate dayîn.
Cezayeke Yuksekdagê ya herî dawî meha bûrî ji aliyê Dadgeha Enqerê ve hatibû pesendkirin.
S. B