Daneke din a perçeyên S-400 gihîşt Enqerê
K24 – Navenda Nûçeyan
Pêvajoya radestkirina perçeyên mûşekên S-400 berdewam e û îro firokeyeke din a Rûsyayê gihişt Enqerê.
Duhî pêvajoya radestkirina mûşekên S-400 bi awayek fermî destpê kiribû û sê firokeyên Rûsyayê perçeyên mûşekan anîbûn binkeya esmanî ya Murted a Enqerê.
Pêvajoya radestkirina mûşekan berdewam e û îro jî firokeyeke din gihişt Enqereyê.
Duh hikûmeta Tirkiyeyê ragihandibû pêvajoya radestkirina mûşekan bêpirsgirêk berdewam e û medyaya Rusyayê jî gotibû dê mûşek bi keştiyan bo Tirkiyê werin rêkirin.
Mijara sîstemên S-400 yên Rûsî demeke dirêj e di navbera Tirkiye û Amerîka û NATOyê de sedemê rakêşiyeke mezin e. Amerîka, S-400 wek sîstemeke neyar dizan e û ji ber vê, dê Tirkiye ji projeya firokeyên F-35 dûr bixe. Ji Herwiha Amerîka rahênankirina rawestandibû.
S. B