Bi vîdyo.. Artêşa Sûriyê gihîşt Til Temir û Eyn Îsayê

Piştî rêkeftina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûriyê, Yekîneyên artêşa Sûriyê îro gihîştin bajarokên Til Temir û Eyn Îsa yên Rojavayê Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî rêkeftina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûriyê, Yekîneyên artêşa Sûriyê îro gihîştin bajarokên Til Temir û Eyn Îsa yên Rojavayê Kurdistanê.

Peyamnêrê K24ê Ekrem Salih da zanîn, îro hêzên artêşa Sûriyê gihîştin bajarokê Til Temir û wan ala Sûriyê li ser avahiyên wê bajarokê hildan.

Herwiha peyamnêrê K24 Ridwan Bêzar da zanîn, îro yekîneyeke artêşa Sûriyê gihîşt bajarokê Eyn Îsayê.

Pêştir ajansa “SANA” belav kir, fewca 5em a parastina sînor (Hecanê) ji bajarê Hesekê birê ket û gihîşt bajarokê Til Temirê.

Nahiya Til Temirê 40 K.M li bakurê rojavayê Hesekê û 35 K.M li başûrê rojhilatê Serê Kaniyê li ser riya navdewletî (M4) e û di destê Hêzên Sûriyê Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Ev gava gihîştina artêşa Sûriyê bo Til Temir û Eyn Îsayê piştî wê yekê tê, duhî HSD û Rêveberiya Xweser ragihandin, wan li gel hikûmeta Sûriyê li hev kirine, ku hêzên artêşa Sûriyê bi dirêjahiya sînorê bi Tirkiyê re bêne bicihkirin.

 

 

S. B