Trump: Me serkeftineke mezin li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê bidest xist

Serokê Amerîka Donald Trump radigihîne, îro demjimêr 11:00 bi dema Amerîka (18:00 bi dema Hewlêrê) daxuyaniyekê derbarê Sûriyê de belav dikim.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump radigihîne, îro demjimêr 11:00 bi dema Amerîka (18:00 bi dema Hewlêrê) daxuyaniyekê derbarê Sûriyê de belav dikim.

Trump di twitta xwe nû de dibêje, daxuyanî derbarê rewşa bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) de dibe û behsa wê jî dike, rêkeftina agirbestê ya di navbera welatê wî û Tirkiyê de hat bicihkirin û şer hat rawestandin.

Tekeziyê li wê dike: “Me serkeftineke mezin li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê bidest xist, bi Kurdan re bi başî kar kir û DAIŞiyên girtî jî bi başî tên çavdêrîkirin.”

 

S. B