Rûsiya bingeheke serbazî li Qamişlo ava dike

Rûsiya hewil dide bingeheke xwe ya serbazî li bajarê Qamişlo ava bike

K24- Hewlêr

Rûsiya hewil dide bingeheke xwe ya serbazî li bajarê Qamişlo ava bike

Rojnameya Şeriq Elewset ragehandîye, rojnameya Nîzafîsîmaya Gazîta ya Rûsia belavkirîye,ku Mosko bi hikumeta Sûriya re dest bi danûstandinan kirîye daku bingeheke serbazî li firokexane ya bajarê Qamişlo li Rojavaya Kurdistanê ava bikeû bo dema 49 salan li wir bimîne.

Rojnameya navhatî eşkere jî kirîye, Armanca Rûsia ji vê yekê ewe, ku sîstema bergîrîyê li wê bingehê bicî bike. Heke Rûsiya û hikumeta Sûriya bighin rêkeftinê, ev bingeh dibe sêyem bingeha serbazîya Rûsiya li Sûriyayê piştî Himêmîm û Tertûs.