Sûriye: Bo rûbirûbûn a êrîşa Tirkiyê welatiyên wê niha ji her demê zêdetir hevgirtî ne

Wezareta derve ya Sûriyê radighîne, ji bo rûbirûbûn a êrîşa Tirkiyê, û parastina yekîtî û serweriya Sûriyê, welatiyên wê niha ji her demê zêdetir hevgirtî ne.

K24- Hewlêr

Wezareta derve ya Sûriyê radighîne, ji bo rûbirûbûn a êrîşa Tirkiyê, û parastina yekîtî û serweriya Sûriyê, welatiyên wê niha ji her demê zêdetir hevgirtî ne.

Jêderek fermî ji Wezareta derve ya Sûriyê ji ajansa fermî ya wî welatî SANA re ragihand, tevî şermezarkirinên navdewletî, lê Erdogan liser êrîşa xwe ya liser Sûriyê rijd e, ku ew yek binpêkirinek eşkere ji yasayên navdewletî re ye.

Wezareta derve ya Sûriyê ragihand jî, ew carek din, wê êrîşê û destwerdanên Tirkiyê di karûbarên navxweyî yê Sûriyê de şermezar dikin û tekez dikin, ku welatiyên Sûriyê niha ji her demî zêdetir, li jêr al a niştîmanî ya Sûriyê hevgirtî ne, ji bo rûbirûbûn a êrîşa Tirkiyê û parastina yekîtiya gel, xak û serweriya Sûriyê.

Wezareta derve ya Sûriyê herweha daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku bi berpirsiyariya xwe rabe û givaşan liser Erdogan bike, da ku sînorekî ji êrîşa xwe re deyne û neçar bike, ku dest ji siyaseta xwe berde, ku liser ewlekarî, aştiya navçe û cîhanê gef e.