Li 16 deverên Şirnex qedexe ya hatinûçûnê hat ragihandin
K24- Hewlêr
Parêzgeha Şirnex li Bakurê Kurdistanê, qedexe ya hatinûçûnê bo 16 deverên wî bajarî ragihand.
Devera Şirnexê ku berdewam cîhê şer û pêkdadanên Gerilayên PKKê û leşkerên Tirkiyê ye, ev hefteyeke operasyona leşkerî Tirkiyê têde berdewame.
Parêzgeha Şirnexê di daxûyaniyekê da li navçeya Sîlopî, Cizîrê û Elkê ser bi parêzgeha Şirnexê, rewşa awirte ragihand û 16 dever hatinûçûnên welatiyan têde hat qedexe kirin.
Di daxûyaniyê de hatîye, li serî çîyayê Cudî û çîyayên derdora Şirnex û Silopîyê, rewşa awirte hatiye ragihadin, nabe welatî li van 16 deveran hatinûçûnê bikin.