Mosko: Hêzên Tirkî naçin Kobanî û Minbicê

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin radigihîne, li gor rêkeftina Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, ti hêzên Tirkî li Kobanî û Minbicê belav nabin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin radigihîne, li gor rêkeftina Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, ti hêzên Tirkî li Kobanî û Minbicê belav nabin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin bersiva pirsa Kurdistan24ê da û got: Mafên Kurdan bi riya rêkeftina di navbera wan û Şamê de tê destnîşankirin.

Got jî: Rola Kurdan di şerê li dijî terorê de gelekî girîng bû. Em bi rêz li Kurdan dinêrin, Kurd beşek ji gelên Sûriyê ye û bi riya rêketina wan bi Şamê re mafên wan tên destnîşankirin.

Herwiha piştevaniya welatê xwe ji mafê Kurd re nîşan da û got: Em piştevaniyê li karên Komîta Destûrê dikin û pêwendiyên me yên dostane bi Kurdan re heye.

Ji aliyekî din vem ajansa “Novosti” a Rûsî re belav kir, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin ragihandiye, li gor rêkeftina Putin û Erdogan, ti hêzên Tirkî li Kobanî û Minbicê belav nabin.

Amaje bi wê jî kir, Mosko ti pêwîstiya avakirina herêmeke ewle di bin çavdêriya navdewletî de li bakurê Sûriyê nabîne.

Şeva bûrî ya Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li bajarê Soçî yê Rûsyayê rêkeftinek derbarê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji 10 xalan îmze kirbûn.

Di çarçova wê rêkeftinê de jî, îro piştî nîvro yekem karwana Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê gihîşt bajarê Kobanê.

  

S. B