Çekdarên opozîsyonê ji Xan Şêxonê vekişiyan

Hêzên rêjîma Sûriyê derbasî bajarokê Xan Şêxonê ya li parêzgeha Idlibê bûn û taxên bakur û rojhilatê wî bajarokî kontrol kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên rêjîma Sûriyê derbasî bajarokê Xan Şêxonê ya li parêzgeha Idlibê bûn û çekdarên opozîsyona Sûriyê jê vekişiyan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, piştî şerekî giran hêzên rêjîma Sûriyê bi alîkariya firokeyên şer yên Rûsyayê duhî karîn ji aliyê bakur û rojhilat ve derbasî bajarokê Xan Şêxonê bibin û çekdarên opozîsyonê (Bereya Nusra) jî îro jê vekişiyan.

Rewangehê diyar kir jî, çekdarên opozîsyonê ji tirsa bikevin dorpêça hêzên rêjîma Sûriyê ji gund û bajarokên başûrê Xan Şêxonê yên wekî Letamnê, Morik, Lehaya û Letmîn vekişiyan.

Rewangehê da zanîn jî, di encama şerê duhî yê li Xan Şêxonê de zêdetir ji 35 çekdarên opozîsyonê û 25 leşkerên ser artêşa Sûriyê ve hatine kuştin û bi dehan jî ji her du aliyan birîndar bûne.

Ev yek di demekê de ye, duhî karwaneke leşkerî ya artêşa Tirkiyê bo piştevaniya li çekdarên opozîsyona Sûriyê sînor derbas kir û hewl da bigihe bajarokê Xan Şêxonê, lê riya wê hat bombebarankirin û rê nehat dayîn ew karwana leşkerî ya Tirkiyê bigihe wî bajarokî.

Jêderekî ji Wezareta Derve ya Sûriyê duhî ragihandibû, otombîlên leşkerî yên Tirkiyê sînor derbas kirin û ji bo bi hawara teroristên Bereya Nusrayê ve bên, berê xwe dane Xan Şêxonê.

Herwiha wî jêderî ev gava Tirkiyê bi destêwerdan û binpêkirina yekperçeyîya xak û serweriya Sûriyê û binpêkirina yasayên navdewletî binav kir.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên mirovan, ji dema gurbûna şer li navçeya “herêma bêçek” a li Idlibê, zêdetir ji 3 hezar û 663 kesî hatine kuştin ji nava wan 950 sivîl in.

 

S. B