Îran: Ger rêgirî li şandina petrola me bê kirin, ti rêyek deryayî aram nabe

Serokomarê Îranê dibêje, ger rêgirî li şandina petrola wan bê kirin, ti rêyek deryayî aram nabe.

K24- Hewlêr

Serokomarê Îranê dibêje, ger rêgirî li şandina petrola wan bê kirin, ti rêyek deryayî aram nabe.

Hesen Rohanî di civînekê de, ligel 'Elî Xamneyî, Rêberê Komara Îslamî ya Îranê diyar kiriye, ku wan bi hemû welatên beşdarên rêkeftina Atomî ragihandiye, ger pabendî rêkeftin û sozên xwe nebin, dê dest bi çalakyên Atomî bikin. Rohanî dibêje, civaka navdewletî dizane, ku ger şandina petrola Îranê bigihe sifir, tevayiya rêyên avî yên cîhanê ne aram dibin, û ew yek jî, bi çavên xwe dîtin. Gotiye jî, Amerîka terora aborî, li dijî xelkê Îranê bikar aniye.

Ji alîyeke din, Wezîrê derve yê Îranê radighîne , Amerîkayê rewşa Rojhelata Navîn aloz kiriye û nahêle navçe aram bibe.

Îro Mihemed Cewad Zerîf, ku bi seredanekê li Swêdê ye ragehand, welatên navçeyê baştir ji rewşê tê digihin, her ew bi xwe jî, dikarin aramiya Rojhelata Navîn biparêzin. Zerîf got jî , Amerîka sedema sereke ya ne aramiyê ye û divê ji navçeyê derkeve. Eşkere kir, ku Netewên Yekgirtî dixwaze bazirganiya Îranê û cîhanê asayî bibe, lê Amerîka gef û givaşan dike.