Iraq: Supaya Pasdaran li Iraqê nîn e

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî daxûyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo derbarê Supaya Pasdarên Îranê li Îraqê red kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Di derbarê karkirina Supaya Pasdarên Îranê li Iraqê, Serokwezîrê Iraqê bersiva Wezîrê Derve yê Amerîka da.

Di kongrêya xwe yê rojnamevanî yê heftane de, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî daxûyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo derbarê Supaya Pasdarên Îranê li Îraqê red kir û got, Supaya Pasdaran li Iraqê kar nake û tişta Pompeo gotî ji rastiyê dûr e.

Serokwezîrê Îraqê derbarê pirsa dirustkirina Herêma Besre got, ew pirse ji bo xelkê wî parêzgehê hatiye hiştin.

Ebdulmehdî got jî, ew dê îro seredana Siudiyê bike û beriya meha Remezanê dê seredana Elmanya û Fransa bike.

 

 

 

C.B