Bûkeke Efrînî riya wê ya şahiyê bû riya şîniyê

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, Efrîn wek hemû bajarên din ên Rojavayê di dorpêçê de ye, çi ji aliyê rêjîma Sûriyê, grûpên çekdar û çi jî ji aliyê Tirkiyê ve. Bi taybet piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, ketin û derketina ji Efrînê bûye riyek ji riyên mirinê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, Efrîn wek hemû bajarên din ên Rojavayê di dorpêçê de ye, çi ji aliyê rêjîma Sûriyê, grûpên çekdar û çi jî ji aliyê Tirkiyê ve. Bi taybet piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, ketin û derketina ji Efrînê bûye riyek ji riyên mirinê.

Duhî û dema keça Kurd a Efrînî Lovîn Xelîl bi malbata xwe re dixwast ji Efrînê biçe cem destgirtiyê xwe yê li Stenbolê penaber û semawenda xwe bike, ji ber ku deriyên sînorî ji welatiyên Efrînê re nîn in, neçar bû di riyeke qaçax re derbasî Tirkiyê bibe. Lê piştî meşa riyeke dirêj û zehmet re û di nava çiya, gelî û daristanan re, ji sermayê canê xwe jidest da û xwediyên wê yên bi hêvî bûn şahiya wê bibînin, şîn girêdan.

Lovîn Xelîl, keça 20 salî ya ji gundê Kefir Romê yê Efrînê ye û bi xortekî merivê xwe re destgirtî bû. Destgirtiyê wê li Stenbolê penaber e, dema Lovîn û malbata wê dixwastin biçin Stenbolê û semawendê bikin, neçar bûn ji Efrînê derbasî parêzgeha Idlibê bibin û di navçeya Derkoş re bi qaçaxî derbasî wîlayeta Hetayê ya Tirkiyê bibin, ta ji wir ve biçin Stenbolê. Lê piştî meşa 15 demjimêran di sermê de, Lovînê canê xwe jidest da.

Li gor zanyariyên K24ê, termê Lovîn hîna li bajarê Antakyayê di nexweşaneyekê de ye û eger e jî termê Lovînê ji aliyê hin Kurdên Efrînê ve li bajarê Îslehiyê ya Tirkiyê bi xakê bê spartin. Her li gor zanyariyên K24ê jî, malbata Lovînê li Antakyayê girtî ne û piştî ewqas êş û zehmetî û jidestdana keça xwe, metirsî heye hêzên ewlehiyên yên Antakyayê wan ji nû ve vegerînin xaka Sûriyê.

Piştî dagîrkirina Efrînê, ti riyên çûnûhatinê ji Kurdên Efrînê re nemane. Ji aliyekî hêzên rêjîma Sûriyê, ji aliyekî din ve grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê û ji aliyê sêyemîn ve jî sînorê Tirkiyê. Li gor zanyariyên K24ê, heger welatiyekî Efrînê bixwaze ji Efrînê derbasî Tirkiyê bibe, divê biçe navçeya Ezazê û di gundê Hewir re derbasî bajarê Kilisê bibe. Yan jî biçe parêzgeha Idlibê û ji wir derbasî Hatayê bibe. Her du rê jî riyên qaçax in, ji bilî dirêjiya wan riyan û meşa di çiya û geliyan re, gelek caran welatî li ser sînor ji aliyê pasewanên sînorî yên Tirkiyê ve rastî guleyan tên an tên girtin û li ser destê pasewanên Tirk rastî eşkenceyan dibin.

Tevî ku Tirkiye ji 18ê Adara sala bûrî ve Efrînê dagîr kiriye û Efrîn ser bi wîlayeta Hatayê ve xistiye, lê ti riyeke asayî ji bo çûnûhatinê ji welatiyên Efrînê venekiriye, belkû xistiye dorpêçeke tund, bi awayekî ku Efrînî, ne dikarin pêwîstiyên jiyanê peyda bikin, ne dikarin ji bo dermankirin û çareserkirina tenduristî biçin Tirkiyê.

  

S. B