Mesûr Barzanî: Pêwîste dadperwerî hebe di xerckirina dahatê de bo navçeyên Herêma Kurdistanê.

Evro, Dûşembîyê, 16/9/2019 Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, serperiştîya kombûna komîteya komkirina dahatê kir.

K24- Hewlêr

Evro, Dûşembîyê, 16/9/2019 Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, serperiştîya kombûna komîteya komkirina dahatê kir.

Di kombûnê de Qubad Talebanî, cêgirê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê jî amade bû. Serokê hikumetê amaje bi wê yekê kir, pêwîste hikumet kar li ser wê yekê bike ku hevsengî hebe di navbera Dahat û xercîyan bi awayekê di xizmeta berjewendîya giştî û hevwelatîyên Herêma Kurdistanê de bibe. Tekez jî kirk u divêt dadperwerî hebe di xerickirina dahatê de bo navçeyên Herêma Kurdistanê.

Got jî: Kar û erkê me berevanîkirine ji mafên hevwelatîyên Herêma Kurdistanê.

Di kombûnê de gotûbêj hatin kirin derbarê komkirina dahatê û rêkxistina Bac û gumrikan û karakirina banka Herêma Kurdistanê.

 Di dawîyê de serokê hikumetê tekez kir li ser dabînkirina nefta sipî bo hevwelatîyan berî hatina zivistanê.