Şerê PKK û Tirkiyê deriyê 7 dibistanên Amêdiyê digire

Ji ber êrîşên berdewam ên hêzên esmanî yên Tirkiyê li ser devera Amêdiyê, ta niha deriyên 7 dibistanan hatine girtin û metirsî heye, 7 dibistanên din jî îsal deriyên xwe bigirin û proseya xwendinê lê birêve neçe.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber êrîşên berdewam ên hêzên esmanî yên Tirkiyê li ser devera Amêdiyê, ta niha deriyên 7 dibistanan hatine girtin û metirsî heye 7 dibistanên din jî îsal deriyên xwe bigirin û proseya xwendinê lê birêve neçe.

Hejmarek ji gundiyên devera Amêdiyê dibêjin, ji ber bombebarana pêgehên PKKê li wê deverê, beşek ji welatiyan koçber bûne û li Duhok û bajarokê wê bicih bûne.

Zengilê sala nû ya xwendinê lê da, Rêveberiya Perwerde ya qezaya Amêdiyê diyar dike, ta niha ji encama êrîşên Tirkiyê, 7 dibistanên devera Amêdiyê hatine girtin û metirsî li ser 7 dibistanên din jî heye ku îsal vala bibin.

Li gor zanyariyên K24ê, li seranserî 6 navçeyên sînorî yên devera Amêdiyê, 34 hezar û 700 xwendekar dê li dibistanên wê deverê bixwînin û 2 hezar û 335 mamoste dê waneyan pêşkêş bikin.