Amerika 1 500 serbazên din dişîne Rojhilata Navîn
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerikayê Donald Trump diyarkir, ku rêkirina 1 500 serbazên zêdetir bo Rojhilata Navîn erê kiriye û pejirandiye.
Trump berî seredana xwe ya bo Japonyayê, daxûyanî dan rojnamevanan û pêngavên nû yên dijê Îranê eşkere kirin.
Rêkirina 1 500 serbazên nû bo deverê, wekî pêngavek nû di aloziya ligel Komara Islamî ya Îranê de tê nirxandin. Erkên serbazên, ku dê bên rêkirin ji alî Wezareta Bergirî – Pentagonê ve dê bê ragihandin.
Berî vajokirina biryarê, di medya Amerîka de cîh girtibû, ku Trump dikare biryarek nû derbarê rêkirina serbazan bide.
C.B