Encamderê serekî yê teqîna Qamişlo hat girtin

Encamderê serekî yê teqîna Dûşembîya bûrî ya Qamişloyê hat girtin û aşkera jî hatîye kirin ku hejamreke kesên din hevkarîya wî kirîne bo encamdana wî karî.

K24- Hewlêr

Encamderê serekî yê teqîna Dûşembîya bûrî ya Qamişloyê hat girtin û aşkera jî hatîye kirin  ku hejamreke kesên din hevkarîya wî kirîne bo encamdana wî karî.

Nûçegehanê Kurdistan24 li Qamişlo ragehand: Piştî temaşakirina kamîreyên çavdêrîyê û geranê li dûv encamderê teqîna 11ya evê mehê li Qamişlo, asayîşa Rojava ya Kurdistanê, encamderê serekîyê wê teqînê, bi navê Ehmed Casim Mistefa girt.

 Got jî: Xuya bûye ku kesên din hevkarîya wî kirîne li encamdana wê teqînê.

Asayîşê belavkirîye, li gor vekolîn û lêpisînan, encamderê serekî ferman ji kesekî wergitîye ku li Tirkiya akincîye.

Roja Dûşembîya burî, sê teqîn li Qamişlo rûdan û di encam de 6 hevwelatîyên sivîl şehîd bûn û 40 kes jî birîndar bûn.