Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna hikûmetê hat kandîdkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Civîna Parlemantoya Kurdistanê bo destnîşankirina kandîdê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destpê kir.
Di civînê de Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Omêd Xoşnaw, navê Mesrûr Barzanî wek kandîdê PDKê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kir û piştre dengdan li ser hat kirin.
Bi 87 dengên parlemanterên Kurdistanê ji koma 97 parlemanterên beşdar in, Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kandîdkirin.
S. B