Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Şêx Osmanê Sîrê

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta koça dawîya Şêx Osmanê Sîrê peyameke srexweîyê arasteya malbata wî dike, ev jî deqa wê peyamê ye:

K24- Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta koça dawîya Şêx Osmanê Sîrê peyameke srexweîyê arasteya malbata wî dike, ev jî deqa wê peyamê ye:

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata rêzdarê Şêx Osmanê Sîrê

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û navdarê olî û civakî, cenabê Hacî Şêx Osmanê Şêx Abdulqadrî Babê Şêxê Sîrê gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn da, pirse û serxweşiyê pêşkêşî we yên birêz û hemû xizm û nas û dostên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin lava dikim giyanê cenabê Şêx Osman bixe ber dilovaniya xwe û hedarê bide hemû aliyek.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
22.11.2019