Tundûtûjiya li ser zarokan zêdetir tê rojeve

Li tirkiyeyê Ji ber tundutujiya li ser zarokan van demên dawiyê ev mijar zêdetir rojevê.Ji bo rawestandian vê tundutujiya li ser zarokan jî gelek saziyên sivîl xebatan rêvedibin û hewl didin vê tundutujiyê kêmbikin.Li ser wê jî saziyên parastina mafê zarokan hinek stratejî dane destpêkirin

K24-Istanbul

Li tirkiyeyê Ji ber tundutujiya li ser zarokan van demên dawiyê ev mijar zêdetir rojevê.Ji bo rawestandian vê tundutujiya li ser zarokan jî gelek saziyên sivîl xebatan rêvedibin û hewl didin vê tundutujiyê kêmbikin.Li ser wê jî saziyên parastina mafê zarokan hinek stratejî dane destpêkirin

Li Tirkiyeyê van demên dawiyê de tundutuji û destdirêjiya li ser zarokan bûye yek ji mijarên herî giring. Ji bo rawestandina vê tûndutûjiya li ser zarokan jî ji aliyê sazî û komeleyên zarokan ve gelek xebat têne rêvebirin.Berpirsa komeleya Nîrengî Zeynep Sanduvaç ya ku ji bo parastina mafê zarokan dixebite radgihîne ji bo ku tundutujiya li ser zarokan bê rawestandin wan hinek stratejiyên wek bikaranîna mafên qanûnî,perwerde û alîkariya aborî û derûnî bo malbat û zarokan daye destpêkirin û ew hewl didin tundutujiya li ser zarokan kêmtir bikin.

Zeyneb Sanduvaç-berpirsa Komeleya Nîrengîyê, got:''Ji bo ku tundutujiya li ser zarokan bê rawestandin me ji bo welatî û hikûmetan 7 stratejîyên wek bikaranîna mafên qanûnî,perwerde ,alîkarîya aborî û derûnî û hinek stratejiyên din parve kiriye.Bi rêya van stratejiyan me heta niha encamek gelek baş bidestxistiye.Bi baweriya min ev stratejî çiqas belav bibe tundutujiya li ser zarokan jî dê ewqes kêm bibe. Ji bo wê jî divê hem welatî hem jî hikûmet û sazîyên zêdetir bixebitin.''

Yek ji rêvebera vê komeleyê nîrengiyê Îdîl Turkmenê jî ragihand ji bo rawestandina tundutujiya li ser zarokan ew hewl didin stratejiyên rêxistina tendirustiya dinyayê li tirkiyê jî bikarbînin ji bo wê jî ew li gel gelek aliyên pispor dixebitin.

Îdîl Turkmen- rêvebera Komeleya Nîrengîyê, got:''Em wek komele ,me heta niha li gelek bajaran xwe gihandiye hezaran kesan .Bi rêya programa rêxistina tendirustiya dinyayê ya ku ji 7 stratejiyan pêk tê em hewl didin van stratejiyan li Tirkıyê jî bikarbînin. Ji bo wê jî em li gel pispor û akademîsyenan dixebitin û heviya me ewe ku em stratejiyan li herderan bikarbînin da ku ev pirsgirêka mezin çareser bibe.''

Ligor parêzvanên mafê zarokan Li tirkiyeyê gelek zordariyên li ser zarokan têne kirin gelek caran wek tundutujî nayên zanîn lê ev kiryar bandoreke mezin li ser zarokan dike lewma divê ji nav malê bigirin heta dibistan û kolanan zarok ji her cureyên tundutujiyê bên parastin .