Li bajarên Diyarbekir, Idir, Dîlok û Wanê leşker û polîsan bi ser malan dadan 15 welatî girtin

Li bajarên Diyarbekir, Idir, Dîlok û Wanê leşker û polîsan bi ser malan re dagirtin 15 welatî girtin.

K24- Hewlêr

Li bajarên Diyarbekir, Idir, Dîlok û Wanê leşker û polîsan bi ser malan re dagirtin 15 welatî girtin.

polisên Tirkiyê Îro, li navçeya Baxlar ya Dîyarbekirê bi ser hejmarek malên welatiyan re dagirtin.

Li dema serdagirtina malan, li zaro û jinan xistin û 3 welatî jî hatin girtin.

Li bajarê Dîlok û Idirê jî, polisan û tîmên taybet, bi ser malên endamên HDPê jî dadan û 8 kes binçav kirin.

eêzên ewlekariya Tirkiyê dohî jî, hevserokên HDPê yên bajarê Muşê û 2 endamên Meclisa Şarawanîya bajarê Wane girtibûn.

HDPê jî, di daxûyaniyekê de got: Pêla girtinê li hemberî wan berdewam e û bi van girtinan û zordestiya hikûmeta Tirkiyê, doza wan mezintir dibe.