Li Stenbolê konferansek ser pirsgırêkan Elewiyan hat sazkirin

Li Stenbolê derbarê mafên sereke û bingehîn, kêşe û arîşeyên heyî ên Elewiyan û liser biryarên di karîgerîyê de ên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê de konferansek birêve çû. Di konferansê de, hewlên cûdakirina Elewiyan heta bi rûdanên mirovî di navê de û zextên liser wan, digel astengkirina azadiya baweriyan, nirxandinên krîtîk hatin kirin.

K24- Stenbol

Li Stenbolê derbarê mafên sereke û bingehîn, kêşe û arîşeyên heyî ên Elewiyan û liser biryarên di karîgerîyê de ên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê de konferansek birêve çû. Di konferansê de, hewlên cûdakirina Elewiyan heta bi rûdanên mirovî di navê de û zextên liser wan, digel astengkirina azadiya baweriyan,  nirxandinên krîtîk hatin kirin.

Digel kêşeya Kurd ya li Tirkiyê kêşeya Elewiyên li Tirkiyê jî yek ji wan kêşeyan e ku her li benda çareseriyê ye. Welatiyên Elewî ji Mereş û Çorûmê bigirin heta Dêrsîmê gelek caran bi tevkujiyan re rûbirû mane. Heta hindek caran di rûdanên mirovî de jî li dij wan cûdatî tên kirin. Di erdhêja dawîn ya li Elezîzê de jî hate rojevê ku bo hin gundên Elewî ên li Elezîzê alîkarî nehatiye dayîn. Malbatên li wê derê ên Elewî jî bang kiribûn da ku cûdatiyê nekin li dij wan. Di konferansa ku li Stenbolê birêve çûyî de, Platforma Bawerî û Olên li Anatoliyayê digel vê mijarê, êrîşên li dijî cemxaneyan, mafên wan ên bingehîn û biryarên di meriyetê de ên DMME anîn rojevê. Li gorî Dadgêrê Berê yê DMME Riza Turmen digel hemû mafan ên Elewiyan jî divê bên dayîn û dewlet pêwîste dev ji polîtîkaya cûdaker berde.

Riza Turmen -dadgêrê berê yê DMME- got:"DMME ji Tirkiyê re dibêje, pergala xwe ya perwerdehiyê bigûherîne, bila di dersên baweriyan de pirrengînbûn hebe. Berî niha ji bo ku dersa olî ya bi navê Exlaqa Olî û Çanda wê li Elewiyan hatibû ferzkirin dadgehê biryara binpêkirina mafê perwerdehiyê ya Elewiyan dabû. Divê dewlet helwesta xwe ya li dijî Elewiyan bigûherîne û dev ji cûdatiyê berde. Ewropa jî li benda vê yekê ye."

Endama Komîteya Helsînkiyê ya azadiya maf û baweriyan Mîne Yildirim jî da zanîn azadiya baweriyan bi tena serê xwe ne çareseriye, lê dema azadiya hemû mafan pêk bê hingî ev û bi sedan kêşeyên din wê çareser bibin.

Dr. Mîne Yildirim - pispora mafên mirovan ya YE- dibêje:"Yekitiya Ewrûpayê dixwaze ku Tirkiye di kêşeya Elewîyan û mafên mirovan de li gor peymana îmzekiriye tevbigere. Em jî di lêkolîn û encamên raportên xwe de dibînin ku dema mafê azadiya baweriyan ya her komên li Tirkiyê pêk bê yan jî bê parastin dê gava demokratîkbûyînê jî hîn hêsantir bibe. Lê di serî de divê dewlet rê bide vê yekê."

Herwiha di konferansê de aliyên hiqûqî û mirovî şîroveya raportên çavdêriya azadî û serbestiya baweriyan digel biryarên di meriyetê de ên DMME û ji çavê Konseya Ewrûpayê digel hewlên Neteweyên Yekgirtî ên li ser mafên baweriyan û helwesta Tirkiyê ya li dij van mijaran hate nirxandin. Pisporan diyar kir ku rêya çareseriya kêşeyan di naskirina azadiya baweriyan re derbas dibe. Ev jî destê hikûmeta Tirkiyê de ye.