Sendîkaya Rojnamevanan bangekê bo rojnamevanekî Kurd dike

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye bang li rêxistinên navdewletî dike, rojnamevenekî Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ku li firokxaneyeke Melîsyayê hatiye girtin, radestî rêjîma Sûriyê nebe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye bang li rêxistinên navdewletî dike, rojnamevenekî Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ku li firokxaneyeke Melîsyayê hatiye girtin, radestî rêjîma Sûriyê nebe.

Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye di daxuyaniyekê de ragihand, rojnamevan Hembervan Kosa ku xelkê bajarê Qamişlo ye û bi armanca karê rojnamevanî û berdewamîkirina xwendina xwe, ji Hewlêrê ber bi bajarê Stuttgart ê Almanyayê birê ketibû, lê li Melîzyayê li firokxaneya Kuala Lumpur hatiye girtin.

Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye metirsiya xwe li ser jiyana rojnamevan Hembervan Kosa derdibirîne û dibêje, ew metirsîdar in desthilatên Melîzyayê rojnamevan radestî desthilatên Sûriyê bike û eger e metirsî li jiyana wî hebe, ji ber ku dîroka rêjîma Sûriyê derbarê de rojnamevanan de reş e û rêjîma Sûriyê rojnamevanên ne alîgirên rêjîmê bin, wan wek dijminan dibîne.

Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye bang li rêxistinên pêwendîdar dike, destêwerdanê li cem desthilatên Melîzyayê bikin, ta ku wî rojnamevanî vegerînin Hewlêrê, cihê ji ve birê ketiye.

 

S. B